Ji bo êrîşkarên Îslamgir ên Kafkasî cezayê giran
Ji bo êrîşkarên Îslamgir ên Kafkasî cezayê giran
Ji bo êrîşkarên Îslamgir ên Kafkasî cezayê giran
Berdevkê Komîteya Lêpirsîna Rusya Vladîmîr Markîn diyar kir têkildarî êrîşa bombeyî ya li Volgogradê ji 3 sal û 10 meh heta 19 salan ceza li bersûcan hatiye birîn.
29’ê Kanûna 2013’an di du êrîşên bombeyî yên Volgograd de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dabû. Di êrîşekê de xwekujerekî li ber detektorên metal ên li gara trênê xwe teqandibû. Teqîna din a li bajêr jî piştî wê bi rojekê di troleybusteke tijî rêwî de pêk hatibû. Di van êrîşan de ji 30’î zêdetir kes miribûn û ji 70’î zêdetir jî birîndar bibûn.
Li gor agahiyên Komîteya Lêpirsînê ya Rûsya, Alautdîn Ddaev û Îbrahîm Magomedov malên ku teqemenî lê hatine çêkirin dabûn, serokê Koma Kadarskaya Camaltîn Mîrzaev. Di meha Sibatê de organîzatoran li bajarê Îzberbaş ê Dagistan mala Magomedov dorpêç kiribûn û ew tesfiye kiribûn. Tenê Magomedov teslîm bibû..
Markî her wiha got, “Bi biryara dadgehê li Dadaev û Magomedov 19 sal cezayê girankirî, ji alîkariyê jî li du birayên paşnavê wan Batîrov 3 sal û 10 meh cezayê girankirî hat birîn.”