Ezmanî Karî, 45 sal in bi zimanê xwe yê dayikê helbest, çîrok û beytan dinivisîne. Karî ji bo beyt û helbestên extiyar dixwînin winda nebin ji xwe re kiriye wezîfe diyar kir ku bi dijûneke ku ji berbazekî bihîst girîngiya zimanê dayikê fêm kiriye.
Hozan Ezmanî Karî yê Dêrsimî (60), ji sala 1970’î ve bi zimanê xwe yê dayikê helbest, beyt û çîrokan dinivisîne. Karî îlhama helbestên xwe ji êş, xweza, hezkirin û hesreta ji axa lê ji dayik bûye û ji hesreta aştiyê werdigire.
Karî yê bi awayekî amator dest bi nivîsandina helbestan kir, di sala 1993’yan de di pêşbirka rojnameya Azadî bi helbesta “Kurdistan” Xelata wergirt. Karî yê ji 200’î zêdetir helbestên wî hene, helbest û çîrokên wî di gelek kovaran de hatin weşandin.
Karî, gund bi gund digere çîrok û helbestên gel dibêje dinivisîne, wan qeyd dike. Bi vîdeoya xwe beyt û helbestên extiyar dixwînin qeyd dike û nahêle winda bibin. Karî vegotinên dengbêjan jî qeyd dike, van qeydan dixe CD’yan û li gel belav dike. Tevayî dema xwe bi hûnandina çîrokan derbas dike.
'TIŞTÊN MIN NIVÎSANDIN DI BIN AXÊ DE MAN!'
Karî got ku ji ber bêderfetiyan zêde nexwend, bi nivîsandina helbest û çîrokan xwe pêş xist û got, "Zêdetirî 70 helbestên ku min di sala 1980’î de nivîsandin winda bûn. Ji ber darbeyê min helbestê xwe di bin erdê de veşartin. Ji ber avê riziyan û winda bûn. Di wê demê de çîrokên min nivîsandibûn jî hebûn. Lê ew jî di bin erdê de riziyan.” Karî yê behsa helbesteke ku li gundekî li Mazgêrd bi tesadûfî ji kasetekê guhdarî kiribû kir, got ku ew helbest aîdî dema berî niha bi 4 nifşan e û ew helbest ji aliyê ciwanekî Dêrsimî ji bo jineke Ermenî hatiye nivîsandin.
'BI DIJÛNA BERBAZEKÎ MIN GIRÎNGIYA ZIMANÊ DAYIKÊ FÊM KIR’
Ezmanî Karî got ku helbesta bi navê “Nînna” wî daye hunermend Ferhat Tûnç û hin helbestên wî bûne stran. Karî axaftina xwe wiha domand, "Ji ber helbestan ez ji wezîfeya memûrtiya postayê hatim avêtin. Heta sala 1975’an min nizanîbû girîngiya Kurdî. Leşkerek di "tevgera aştiyê ya Qibrisê” de birîndar bibû. Ez wê demê memûrekî sivîl bûm. Ji ber bi malbata xwe re bi Kurdî axivî, berbazekî li cem min dijûn jêre gotin. Pir li zora min çû, wê demê min girîngiya zimanê dayikê fêm kir. Dema bi zimanê min ê dayikê weşan çêbûn, min jî nasnameya xwe dît û min dest bi nivîsandinê kir.”