Hevgirtina Rûsya û Çînê kûr dibe
Hevgirtina Rûsya û Çînê kûr dibe
Hevgirtina Rûsya û Çînê kûr dibe
Hevgirtina Rûsya û Çînê ku ji aliyê welatên rojava ve weke “hevgirtina xeter a hirç û ejderha” tê binavkirin, her ku diçe kûrtir dibe. Krîzên li Ûkrayna û Hong Kong, her du welatan ber bi lêgerîna rêyeke nû ve bir.
Alîkarê Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Anatolî Antonov ku hate serdana Pekînê, diyar kir ku “şoreşên rengîn” ên li her du welatan bi tehdîdan re rû bi rû ne û divê em her du welat bi hev re tevbigerin.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Rûs, Antomov di serdanên xwe yên li Pekîna paytexta çînê de bi rayedarên Çînê re rewşa bûyerên li Hong Kongê gotûbêj kirine û di nûçeyê de wiha hate gotin: “Her du aliyan jî her du welat ne li dijî tu şoreşên rengîn ên tu welatan in. Ev hewldanên li Çîn û Rûsyayê ji aliyê hin qaşo aqilmendên DYA’yî jî di nav de ne ve têne organîzekirin. Li hemberî van hewldanan, em û Çîn her roj nêzî hev dibin. Divê her du welatan li dijî van tehdîdên ewlekariyê bi hev re bixebitin.
Antonov di daxuyaniya xwe de bûyerên li Ûkraynayê weke “Derbeya li dijî desthilatiya hilbijartî” bi nav kir.