Heso Îbrahîm: Operasyona li Şengalê bû bersivek ji dijminên Êzidiyan re

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm operasyona YBŞ'ê ya li hemberî sîxuran silav kir û destnîşan kir ku operasyon bû bersivek ji neyaran re.

Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Heso Îbrahîm li ser operasyona YBŞ û hêzên ewlekariyê yên Şengalê ya li dijî sîxuran ji ANF'ê re axivî.

Heso Îbrahîm got, "Bi navê Desteya Rêveber a Şengalê em destxweşiyê li Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Hêzên Parastina Şengalê dikin, ku operasyoneke bi vî rengî kirine.

Em destxweşiyê li wan kesan dikin ku piştgirî dane vê operasyonê. Ji ber ku karekî serketî û pîroz kirin. Bû bersivek ji dijmin re, bû bersivek ji xayinên li nava me û dijminê koka Êzdatiyê re. Em destxweşiyê li wan dikin ku karekî bi vî rengî dane destpêkirin.

Pêkhatina operasyonê di demeke bi vî rengî de, mikurhatina kesên hatine girtin, dilxweşiyek gelekî mezin bû ji dayik, xwişk, zarok û tevahiya malbatên şehîdan re. Gelekî girîng bû. Operasyonên bi vî rengî di hemû wextan de girîng in. Lê belê di rojên weke îro de tiştekî gelekî girîng bû. Bû bersivek ji dijmin re. Bersivek li dijî wan planan e ku li ser Şengalê têne ferzkirin."