Galaya Wilika Kowu li Dêrsimê pêk hat

Galaya fîlmê Wilika Kowu, duh êvarê li Salona Konferansê ya Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Dêrsimê pêk hat.

Galaya fîlmê Wilika Kowu, duh êvarê li Salona Konferansê ya Midûriyeta Çand û Tûrîzmê ya Şaredariya Dêrsimê pêk hat.

Di galaya fîlm de Hevşaredarê Dêrsimê yê DBP'yî Mehmet Alî Bûl, Alîkarê Hevşaredaran Îbrahîm Kasûn, rêveberên DBP û HDP'ê û gelek welatiyên bajêr amade bûn.

Li dû nîşandana fîlmê Kirmanckî, lîstikvan derketin ser dikê û mafê axaftinê girtin.

Derhêner Caner Canerîk bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê û got, "Ji bîr kirina ziman, ji bîrkirina çand û baweriya me ye. Lewma, ji bo jîndarkirina zimanê xwe çi ji destê me bê em ê bikin."