Fûzeyên S-300 ên Rûs li Misrê ne
Fûzeyên S-300 ên Rûs li Misrê ne
Fûzeyên S-300 ên Rûs li Misrê ne
Şîrketa Almaz-Antey, diyar kir ku sîstema fûzeyan a S-300BM ku ji bo Hêzên Çekdarî yên Misrê peymana wê hatibû çêkirin teslîm kiriye.
Têkildarî sîstema fûzeyên S-300BM (Antey-2500) di meha Îlonê de di navbera Rûsya û Misrê de peyman hatibû mohrkirin. Di peymanê de li gel fûzeyan, helîkopter û amûrên leşkerî yên bejahî jî hene.
Berdevkê Wezareta Derve ya Rûsya Aleksandr Lukaşevîç, aşkera kir ku Rûsya ji bo li Misrê tehdîda terorê berteref bike gavên pratîk diavêje.
Lukasevîç got ku Rûsya di vê mijarê de bi rêveberiya Misrê re diyaloga aktîf pêş dixe û got, “Em ji bo Misrê kelûpel û amûrên taybet dişînin. Di mijara têkoşîna li hember terorê de em perwerdeyê didin kadroyên Misrê.”