FHKC êrîş girt ser xwe

FHKC êrîş girt ser xwe

Êrîşa li hemberî sînagoga li Qudsê FHKC’ê girt ser xwe.

Êrîşa vê sibehê ya li Qudsê li hember sînagogê Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (FHKC)’ê girt ser xwe.

Eniya Rizgariya Gel a Filistînê, êrîşa vê sibehê ya li Qudsê ku 4 Îsraîliyan jiyana xwe ji dest da, girt ser xwe.

Serokê Filistînê Mahmut Abbas jî êrîş şermezar kir. Abbas got, '”Kî li pişt be bila li pişt be em mirina welatiyên sivîl bi tundî şermezar dikin.”

Li gel vê, li gor Reutersê ji kesên mirî 2 jê welatiyên Amerîka ne, yek jî welatiyekî Îsraîl e ku li Îngîltereyê ji dayik bûye.