FARC’ê desteserkirina general piştrast kir

FARC’ê desteserkirina general piştrast kir

Gerîlayên FARC’ê piştrast kirin ku generalê Kolombiyayî Ruben Alzate desteser kirine. Hat diyarkirin ku gerîlayan general li herêma Choco ya li peravên Pasîfîk tespît kirine.

Gerîlayên FARC’ê di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kirin ku generalekî Kolombiyayî desteser kirine.

Çavkaniyên FARC’ê di daxuyaniya xwe de gotin, “Tevî ku sivîl bûn jî kesên diyar dikirin ku leşker in, hatin destesserkirin. Hêzên leşkerî yên dijmin in.”  FARC’ê da zanîn ku general û yên pêre li herêma mijara gotinê, xebatên leşkerî bi rê ve dibirin.

General Ruben Alzate ê dema li herêma Choco bi yekîneyên taybet re xebatek bi rê ve dibir, hat desteserkirin li gel wî Jorge Rodrîguez û parêzer Glorîa Urrgo jî hebû. Hat ragihandin ku  kesên mijara gotinê ji bo projeyekê li herêmê bûn.