DYA û Japonya li Pasîfîk tetbîqat dan destpêkirin
DYA û Japonya li Pasîfîk tetbîqat dan destpêkirin
DYA û Japonya li Pasîfîk tetbîqat dan destpêkirin
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Japonya de hat gotin ku tetbîqata hevpar a DYA-Japonya ya bi navê Keen Sword (Şûrê Tûj) ku sê hêzên leşkerî yên cuda wê têde cih bigirin destpê kiriye.
Tetbîqat bi hêzên bejahî, hewayî û deryayê yên Japonya û hêzên DYA yên li baregehên li Japonya pêk tê. Di tetbîqatan de li Girava Amîma, wê tevgerên parastina hewayî pêk bên. Li giravê fûze hatin bicihkirin. Li nêzî girava Kyushu jî wê hêzên DYA û Japonya tetbîqata hevpar a DYA û Japonya bikin
Ev tetbîqat piştî nîqaşên germ ên di navbera Japonya û Çînê de ên der barê Girava Senkaku (Bi zimanê Çînî: Girava Diaoyutai) de hat destpêkirin.