Di teqînên duh ên Iraqê de 28 kes mirin

Di teqînên duh ên Iraqê de 28 kes mirin

Di êrîşên li hember paytexta Iraqê Bexda û bajarê Ramadî de 28 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Amîl a Bexda ku piraniya niştecihên wê Şîî ne, du wesayîtên bombebarkirî teqiyan. Rayedaran diyar kirin ku wesayîtek ji wan li cihekî ku pir dihat bikaranîn hatiye rawestandin û di encama teqînê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane.

Wesayîta din jî li taxeke din ku li wir jî bi piranî Şîî lê dijîn pêk hatiye. Di vê teqînê de jî 8 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Di saetên dereng ên êvarê de jî li Sadr Cîty wesayîteke bombebarkirî teqiya.

Li bajarê Ramadî, di wesayîteke leşkerî de teqîn pêk hat. Di encama vê teqînê de 5 leşker mirin.