Di bîranîna Erefat de hev du sûcdar kirin
Di bîranîna Erefat de hev du sûcdar kirin
Di bîranîna Erefat de hev du sûcdar kirin
Di çalakiyên bîranînê yên ji bo Serokdewletê berê yê Filistînê û rêberê efsaneyî yê Rêxistina Rizgariya Filistînê (RRF) Yaser Erefat de careke din şerê desthilatiyê di navbera aliyan de derkete pêş.
Serokdewletê Filistînê Mehmûd Ebbas careke din êrîşên roja Înê li dijî El Fetîhê pêk hatin, li Ramallahê anî rojevê. Ebbas HAMAS’ê weke berpirsê êrîşa li Xezzeyê destnîşan kir. Ebbas diyar kir ku HAMAS hewl dide yekîtiya Filistînê xera bike. HAMAS’ê jî nerazîbûn nîşanî Ebbas da û got: “Ebbas derewan dike.”
EBBAS ALÎGIR Û CUDAKAR E
Berdevkê Rêxistina HAMAS’ê Muşîr Masrî jî got: “Axaftinên Ebbas ji derew, heqaret û dezenformasyonan pêk tê. Masrî diyar kir ku Ebbas cudakar û alîgir e û got: “Pêwîstiya Filistînê bi rêbereke wêrek heye.”
Ebbas diyar kir ku sûcdarkirina HAMAS’ê bi êrîşên li Xezzeyê pêk hatin, ne rast in û bang li Ebbas kirin ku ji bo aşkerabûna berpirsên êrîşê agahiyên di destê xwe de parve bikin.