DAIŞ'ê zêdetirê 300 Misilmanên Sunnî qetil kir
DAIŞ'ê zêdetirê 300 Misilmanên Sunnî qetil kir
DAIŞ'ê zêdetirê 300 Misilmanên Sunnî qetil kir
Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê li Eyaleta Anbar a Iraqê ji eşîreteke Erebên Sunnî zêdetirê 300 kes qetil kirine.
Di daxuyaniya Wezareta Mafê Mirovan a Iraqê de hate ragihandin ku hejmara endamên vê eşîretê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve di van sê rojan de hatine kuştin gihiştiye 322 kesî. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nava kesên hatine kuştin de jin û zarok hene û cenazeyên wan avêtine çalan.
Eşîreta Elbû Nemr yek weke eşîreta herî berxwedêr a Sunniyan a li dijî DAIŞ'ê şer dike tê zanîn. Eşîretê beriya ji hikûmeta Bexdayê çek xwestibûn, lê hikûmetê bi gumana wê çek bikevin destê DAIŞ'ê çek neşandibû.