CNN weşana xwe ya li Rûsyayê radiwestîne

CNN weşana xwe ya li Rûsyayê radiwestîne

Li gorî nûçeya rojnameya Vedomosti ya li Rûsyayê weşanê dike, kanala CNN International a  Amerîkayê biryar da ku ji 31’ê Kanûna 2014 ve weşana xwe ya bi kabloyê ya li welatê Rûsyayê rawestîne.

Li gorî nûçeyê, agahiya rawestandina weşanê gihiştiye destê şîrketa weşanvaniyê ya Turner Broadcoasting System Europe Limited a ku operatora kabloyê ye.

Di belavokê de têkildarî rawestandina weşana bi kablo de ti agahî nehatin dayin û Daîreya CNN ya Rûsyayê nexwest der barê mijarê de ti şîroveyekê bike.  Tê diyarkirin ku ji ber ku firotina reklaman li Rûsyayê kêm e, dibe ku ev yek ji sedemên girîng ên rawestandina weşanê be.

WEZARETA RÛS: EM NE ASTENG IN

Piştî ev mijar kete rojeva raya giştî ya cîhanê Wezareta Ragihandin û Nûçevaniyê ya Rûsyayê daxuyaniyek der barê mijarê de da. Wezaretê da zanîn ku Rûsya dixwaze kanalên biyanî weşana xwe ya li Rûsyayê bidomînin û qanûnên ku niha hene, ji bo vê yekê ne asteng in.

Rojnameya Vedamosti duh dabû diyarkirin ku ji ber ku lîsansa têkildar a CNN tune ye, wê weşana kabloyê dawiya îsal were rawestandin.