CDU’yiya pîrozbahiyên hilweşîna ‘Dîwarê Berlînê’ bikar anîn

CDU’yiya pîrozbahiyên hilweşîna ‘Dîwarê Berlînê’ bikar anîn

Li eyaleta Thurîngen a Elmanyayê pîrozbahiyên 9’ê Midjarê Hilweşîna Dîwarê Berlînê veguherî dijminahiya rastgiran a li dijî çepgiran. Li Erfurtê bi hezaran kesên hatin cem hev li dijî koalîsyona ‘sor-sor-kesk’ a ku wê bi Partiya Çep (Dîe Lînke) re bê avakirin, meşiyan û çepgiran jî gotin partiyên rastgir bi Naziyan re hevkariyê dikin û protesto kirin.

Partiya  Yekîtiya Xiristiyan Demokrat (CDU) 25’emîn pîrozbahiyên hilweşîna Dîwarê Berlînê, bikar tîne, hewl dide ku di hikûmeta ku nû li eyaletê tê avakirin de pêşî li serokwezîrekî ji Dîe Lînke bigire. Endamên CDU’yê Clarsen Ratz  meş organîze kir û li dijî hikûmeta ku di navbera Dîe Lînke, Partiya Sosyal Demokrat  û Keskan de tê avakirin dirûşm hatin berzkirin.

Clarsen Ratz diyar kir ku ew dixwazin pêşî lê bigirin ku li Thurîngenê siyasetmedarekî Dîe Lînke bibe serowezîr û hilbijartina demokratîk a gelê eyaletê ji nedîtî ve hat. Ratz got: “Em hilbijartinên demokratîk qebûl dikin, desthilatdariya  Dîe Lînke me aciz dike.

Di dema meşa ji aliyê CDU’yê ve hat organîzekirin de bi dehan kesên rast li dijî partiyên çepgir di çalakiyê de bûn. Di navbera Neo-Nazî û komên çepgir de alozî derket.

TÊ XWESTIN SEROKÊ ÇEPGIR ASTENG BIKIN

Li eyaleta Thurîngen di 14’ê Îlonê de hilbijartina eyaletê hatibû kirin û CDU ya ku ev 24 sal e desthilatdar e, ji sedî 33.5 dengî dîsa bû yekemîn û Dîe Lînge ji sedî 28.2 bibû partiya duyem.SPD’ê jî ji sedî 12.4 girtibû û di hevdîtinên koalîasyonê de bi Dîe Lînke re li hev kir.