Bi hezaran kes li Meksîkayê herikîn kolanan

Bi hezaran kes li Meksîkayê herikîn kolanan

Li Meksîkayê, revandin û qetilkirina 43 xwendekaran tê protestokirin. Çalakgeran îro berê xwe dan qesra serokatiyê. Komeke din jî gelek wesayît şewitand û bûyer protesto kir.

Li Meksîkayê, çalakiyên şermezarkirina qetilkirina 43 xwendekaran ji aliyê karterên narkotîkê ve, dewam dikin. Komek ji 20 kesan, bi çakûçan berê xwe da qesra serokatiyê. Komê bi çakûçan êrîşî bendên qesra serokatiyê yên ji hesin kirin. Çalakgeran li ser deriyên qesra serokatiyê nivîsa "em wan zindî dixwazin" nivîsandin.

Bi hezaran kes jî li Meydana Zocalo hatin cem hev. Li paytexta Guerreor Chilpancigo jî, nêzî 300 xwendekaran camên avahiya walîtiyê şikandin. Bi dehan wesayît şewitandin.

Wezîrê Edaletê yê Meksîkayê Jesus Murillo Karam roja Înê ragihandibû, ku sê endamên rêxistineke sûc li xwe mukur hatine ku piştî kuştina xwendekaran, ew şewitandine.

Malbatên xwendekaran jî dan xuyakirin ku ew vê senaryoyê qebûl nakin û heta delîl pêşkêşî wan neyê kirin, ew ê jê bawer nekin.

Berdevkê malbatan Felipe de la Cruz got, "Heta ku delîl neyê nîşandan, zarokên me dijîn" û anî ziman ku hikûmet bi bêberpirsyariyeke mezin dixwaze dosyayê bigire. de la Cruz da xuyakirin ku ti tişt ne zelal e.

Ji dema windabûna xwendekaran û vir ve, polîs û karmendên dewletê jî di nav de 74 kes hatin girtin.