Berpirsê baskê leşkerî yê ETA’yê hat berdan
Berpirsê baskê leşkerî yê ETA’yê hat berdan
Berpirsê baskê leşkerî yê ETA’yê hat berdan
Lîderê berê yê baskê leşkerî yê koma Welatê Bask û Azadiyê (ETA) Arrsopîde Sarasola ku rastî 3 hezar sal cezayê girtîgehê hatibû, hat berdan.
Dîwana Edaletê ya Neteweyî ya Ispanyayê der barê dema girtina hepsê ya girtiyên welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) li gorî rêbazên YE’yê biryara berdana Sarasola da. Parlamentoya Îspanyayê di mijdara 2014’an de ev biryar erê kir.
Li dijî aktîvîsên rêxistina ETA’yê ku di sala 1959’an de li dijî dîktoratoya Franco hat avakirin, di sala 2006’an de biryara DMME’ê ya der barê ku girtiyên ku wek sûcdarên terorê hatin îlankirin û demdirêj mahkumê cezayê girtîgehê hatin kirin, doktrîna wek derveyî qanûnê hatibû qebûlkirin pêk anî.
Sarasola ku bi navê kod ‘Santa Potrosa’ di bûyera sala 1986’an de ku di bûyera li Madrîdê pêk hat û bi mirina 12 muhafizên neteweyî encam bû û çalakiyek din a sala 1987’an a li Berselonayê de cih girtibû. Sarasola li Fransayê 10 sala cezayê girtîgehê kişand, di 2000’î de rastî 3 hezar sal ceza hat û radestê Ispanyayê hat kirin. Berpirsê baskê leşkerî yê berê yê ETA’yê bi giştî 27 salan di girtîgehê de mabû.