BEKSAV bi serketina Kobanê got 'Merhaba'

Piştî demeke dirêj, BEKSAV a got, “Ji nû ve Merheba” 20. salvegera xwe pîroz kir. Şeva bi coş diyarî şervanê MLKP’ê Emre Aslan hat kirin.

Piştî demeke dirêj, BEKSAV a got, “Ji nû ve Merheba” 20. salvegera xwe pîroz kir. Şeva bi coş diyarî şervanê MLKP’ê Emre Aslan hat kirin.

BEKSAV a piştî demeke dirêj bi dirûşma,  "Ji bo civakê huner, ji bo mirovatiyê zanist, ji bo azadiyê polîtîka” ji nû ve dest bi xebatên xwe kir, 20. salvegera damezrandina xwe bi şahiyeke bi coş pîroz kir.

Şahî diyarî şervanê MLKP’ê Emre Aslan ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da hat kirin. Hunermendan stranên xwe ji bo şervanên li Kobanê û Rojava bûn nemir gotin. Di şahiyê de gelek kesên ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag jî di nav de beşdar bûn. Axaftina vekirinê ji aliyê Serokê BEKSAV Kenan Agbulut ve hat kirin.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag di şahiyê de got, "Me bêriya BEKSAV'ê kiribû, pêdiviya me pê hebû. Baş e em zêde li benda xwe nehişt. Ji nû ve ket rê.”

Di şevê de Seroka Giştî ya ESP’ê Sultan Ulusoy jî axivî. Ulusoy di axaftina xwe de şehîdên Kobanê Emre Aslan û Ozgur Ertan bibîr anî.