Bala DYA li hilbijartinên Senato ye
Bala DYA li hilbijartinên Senato ye
Bala DYA li hilbijartinên Senato ye
Li DYA, îro hilbijartinên ji bo diyarkirina yek ji sê parên Senatoyê tên kirin. Li gorî anketan, partiya Demokratan a Serok Barack Obama wê piraniyê winda bike.
Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ku yek ji du organên qanûndanînê yên Kongreya DYA ye, ji bo hilbijartina 36 endamên wê îro hilbijartin tê kirin. Ji ber kêmbûna popularîteya Obama ya ev du dem e li ser wezîfeyê ye, li gelek eyaletan gengaziya serketina namzetên demokrat kêm bû. Tê payîn ku Demokratên ku Obama endamê wê ye serketiya piraniya endaman winda bike û Komarger jî hejmara kursiyên xwe ji 45'an derxîne 50'î.
Li 36 eyaletên lê hilbijartin werin kirin 21 jê hînê di destê Demokratan, 15 jî di destê Komargeran de ne. Li gorî anketan, Li Kentucky a hilbijartin lê were kirin tê payîn ku senatorê Komarger careke din qezenç bike, li eyaletên Georgia, Iowa, New Hampshire, Louisiana jî senatorên demokrat winda bikin.
Tê texmînkirin ku Komarger li eyaletên Alaska, Arkansas, Colorado, Montana, Başûrê Dakota û Rojavayê Virjinya'yê senatoriyê qezenç bikin.
Li DYA ya ji 50 eyaletan pêk tê, her eyalet du endaman dişîne senatoyê. Senator ji bo 6 salan wezîfeyê dikin, her du salan carekê jî li yek ji sê parên eyaletan hilbijartin tên kirin. Li gorî qanûna hilbijartinê ya DYA, Louisina ne di nav de, li hemû eyaletan namzetê herî zêde dengan distîne, tê hilbijartin. Li Louisiana jî ji ber şertê ji sedî 50'î, hilbijartin bi du tûran tê kirin.