Azarbeycanê helîkoptera Ermenîstanê xist

Azarbeycanê helîkoptera Ermenîstanê xist

Azerbaycanê helîkoptera bi tîpa Mi-24 a girêdayî Hêzên Hewayî ya Komara Karabaxa Çiyayî xist. Di êrîşê de 3 endamên hêzên hewayî yên Ermenî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a Armanian Newsê, ev nûçe ji aliyê her du welatên Azerbaycan û Ermenîstanê ve hatin piştrastkirin. Hate ragihandin ku hêzên artêşa Azerbaycanê helîkoptera Mi-24 a Komara Karabax a ku piraniya şêniya wê Ermenî û Laçîn in, xist. Di encamê de 3 endamên hêzên hewayî yên Ermenî jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta Parastinê ya Komara Çiyayî ya Karabaxê ragihand ku îro li ser sînorê Karabax û Azerbaycanê helîkoptera bi tîpa Mi-24 ya ku bi armanca perwerdeyê difiriya, ji aliyê Azerbaycanê ve hatiye xistin. Wezaretê da zanîn ku bi vê êrîşê agirbesta di navbera her du welatan de hatiye binpêkirin.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê jî xistina helîkoptera Ermeniyan piştrast kir. Wezareta Azerî diyar kir ku helîkopterê amadekariya êrîşê dikir.

Berdevkê Çapemeniyê ya Wezareta Ermenîstanê Artsun Hovhannisyan der barê bûyerê de daxuyaniyek da û diyar kir ku helîkoptera Mi-24 xistine û da zanîn ku ev yek wê bibe sedema zêdebûna rageşiyê û got: “Wê berdêla vê yekê mezin be.”