Artêşa Ukraynayê êrîş kir: 2 zarok mirin
Artêşa Ukraynayê êrîş kir: 2 zarok mirin
Artêşa Ukraynayê êrîş kir: 2 zarok mirin
Li Herêma Xweser a Donetskê, di encama topa artêşa Ukrayna de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Tengezariya piştî hilbijartinê bilind bû, veguherî pevçûnê. Artêşa Ukraynayê êrîşî qada sporê ya dibistaneke li Donetskê kir û di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 4 jî birîndar bûn.
Artêşa Ukraynayê, ji bo Balafirgeha Donetsk a di bin kontrola milîsên Komara Donetskê de ye bi dest bixe, duh bombebarana xwe zêde kir. Di topbarana artêşê de vê carê dibistaneke bi hejmara 63 a li Donetskê hedef hat girtin. Di encama êrîşa li qada sporê ya dibistanê de 2 zarokên bi gokê dilîstin jiyana xwe ji dest dan, 4 zarok jî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye, di demeke ku rêveberiya Kîevê da xuyakirin ku ew hilbijartinên li Donetsk û Luganskê nas nake û bi binpêkirina Peymana Minskê mûxalîf sûcdar kir de, êrîşên artêşê zêde bûn.