Amerîka 3 F-16 dide Iraqê

Amerîka 3 F-16 dide Iraqê

Hat diyarkirin ku li gor peymana di navbera Iraqê û Amerîka de, balafirên şer ên diviyabû meha buhrî radestî Hêzên Hewayî yên Iraqê bên kirin, beşek jê meha pêşiya me wê bên radestkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Amerîka, Pentagon, 36 balafirên wê hêdî hêdî bên teslîmkirin.

Pentagonê di daxuyaniya xwe ya îro de got ku sedema derengmayînê ji ber gumanên ewlekariyê yên Iraqê bûn.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê 3 balafirên şer di meha Kanûnê de bên radestkirin.