Aktîvîstê Baskî li Elmanyayê hat girtin
Aktîvîstê Baskî li Elmanyayê hat girtin
Aktîvîstê Baskî li Elmanyayê hat girtin
Aktîvîstê Baskî Tomas Elgorriaga Kunze yê li girtîgehên Spanyayê rastî îşkenceyên giran hat, li ser daxwaza Fransayê li Elmanyayê hat girtin. Parêzer Jon Andoni Lekue diyar kir ku Kunze bi hincetên dûrî rastiyê hatiye girtin û got, "Eger Kunze rastî Spanyayê bê kirin, wê careke din îşkence lê bê kirin."
Tevî ku ETA ya ji bo azadiya welatê Baskê têdikoşiya di sala 2011'an de dawî li têkoşîna çekdarî anî, polîs û îstîxbarata Spanyayê her li dû aktîvîstên Baskî ne. Aktîvîstê Baskî Tomas Elgorriaga Kunze yê 51 salî ku demeke dirêj li girtîgehên Spanya û Fransayê hat ragirtin, vê carê li Elmanyayê hat girtin.
Der barê rewşa Kunze yê bi îdîaya rêveberê ETA ye hat girtin parêzer Jon Andoni Lekue daxuyaniyek da û diyar ku muwekîlê wî bi sedemên dûrî rastiyê hatiye binçavkirin. Kunze yê di 31'ê Cotmehê de ji aliyê polîsan ve li Mannheimê hat binçavkirin, tê xwestin ku radestî Fransayê bê kirin.
Kunze yê demeke dirêj di nav tevgera azadiyê ya Baskê de bi awayekî aktîf cih girt, di sala 1998'an de ji aliyê polîsê Spanyayê ve hat binçavkirin. Di dema dewamkirina doza şoreşgerê Baskî yê rastî îşkenceyên giran hat de, ji bo demeke kurt bi şert hat berdan. Dûre jî Fransayê der heqê wî de biryara girtinê derxist. Kunze bi hinceta pisporê bombe yê ETA ye, li ser daxwaza rayedarên Fransayê li Elmanyayê hat girtin.
Li dû radestkirina Fransayê tê payîn ku Kunze teslîmî Spanyayê bikin. Parêzer Jon Andoni Lekue da xuyakirin ku Kunze wê li Spanyayê careke din rastî îşkenceyê bê û xwest muwekîlê wî tavilê bê berdan.
Di vê navberê de, ji bo serbestberdana Kunze pê bi sedan kesî li bajarê Hondarribia yê Baskê xwepêşandaneke girseyî lidar xistin.