8 jinên li Hîndîstanê hatin sêrkirin jiyana xwe ji dest dan

8 jinên li Hîndîstanê hatin sêrkirin jiyana xwe ji dest dan

Li bajarokê Bîlaspûr ê Hîndîstanê, ji 83 jinên di çarçoveya bernameya 'plansaziya malbatê' de hatin sêrkirin, 8 jê mirin, 64 jê rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku rewşa 24 ji jinên rakirine nexweşxaneyê, cidî ye.

Li Hîndîstanê, di çarçoveya plansaziya malbatê ya dewletê de 83 jin ji bo bên sêrkirin di 5 saetan de hatin emeliyatkirin. Li dû emeliyata sêrkirinê, ku ji aliyê doktorekî ve hat kirin, 8 jin mirin, 63 jin rakirin nexweşxaneyê. Rayedaran diyar kirin, ku rewşa tenduristiyê ya 24 jinan cidî ye.

Ji rêveberên bajarokê Bîlaspûrê Sonamî Borah ragihand, ku di çarçoveya plansaziya malbatê de 64 jin rakirine nexweşxaneyê, rewşa 24 ji van cidî ye. Borah diyar kir ku tansiyonê van jinan ketiye, verşiya ne, lewma rakirine nexweşxaneyê.

Rojnameya Indian Express a bi Îngilîzî weşanê dike ragihand, ku 83 jin di nava 5 saetan de ji aliyê doktorekî bi tenê û astîstan ve hatiye emeliyatkirin. Rayedar îdîa kirin ku di emeliyatan de şaşîtiya doktor nîne û gotin, "Doktor, ti şaşitî nekir. Xwedî tecrûbe ye, lê em ê lêkolîn bikin."

Serhekîmê nexweşxaneya Bîlaspûrê Ramnesh Murthy da xuyakirin ku ew ê nikaribin sedema trajediya hatiye jiyîn vebêjin û got, "Hînê zû ye ku li ser sedemên vê trajediyê, spekulasyonek bê kirin." Murthy ragihand ku karê destpêkê tedawîkirina jinên nexweş e û anî ziman ku piştî otopsiyê ew ê bersiva pirsan werbigirin.