BI DÎMEN

'Qedexekirina hevdîtinê” ya li Îmraliyê hat protestokirin

Desteya Perwerdeyê ya kantona Minbicê, 3 mehan qedexeya nû ya li Îmraliyê şermezar kir.

QEDEXEKIRINA HEVDÎTINÊ ŞERMEZAR KIRIN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Minbicê, qedexeya nû ya hevdîtina malbatê ya 3 mehan a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Îmraliyê şermezar kir. Mamosteyan diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker mafên navneteweyî binpê dike.

Di çalakiya ku endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Minbicê amade bûn de, daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Rêveberê Dibistanên kantonê Nûrî El Hesen ve hate xwendin.

 Di daxuyaniyê de ku pêkanînên kêfî yên dewleta Tirk a dagirker a li ser Abdullah Ocalan hate şermezarkirin, hat destnîşankirin ku dewleta Tirk mafan binpê dike û got ku bêdengiya CPT'yê ya li hemberî vê yekê tê wateya binpêkirina qanûn û pîvanên navneteweyî.