QSD: Divê êrişên dewleta Tirk were sekinandin

QSD’ê diyar kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcên şer dike û hêzên ku li hemberî herêmê berpirsyariya wan heye divê peywira xwe pêk bînin.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) der barê êrişên bênavber ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya QSD’ê de ev tişt hate diyarkirin

"Herêmên niştecihî û avahiyên sivîl ên bajarokê Zirganê û navçeya Şêrawa ya başûrê Efrînê ji vê sibehê ve ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bê ser û ber tên topbarankirin, tevî ku di wan herêman sivîlên ji şêniyên resen, koçberên Serêkaniyê û Efrînê yên dagirkirî hene.

Dagirkeriyê ji vê sibehê ve zêdetir 320 top avêtin malên sivîlan, saziyên tenduristî û peywendiyan ên li navenda Zirganê ku tê de zêdetirî 7 hezar sivîl hene. Hîna jî topbaran berdewam e û rûberên fireh ên herêmê tên hedefgirtin.

Li navçeya Şêrawa û bajarokê Til Rifetê dagirkeriyê hawîrdor û mezreyên sivîlan bi zêdetirî 140 topan hedef girtin, di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn.

Topbarana bêserûber a dewleta Tirk li dijî herêmên tê de sivîl hene, herêm kir qadeke şer a rasteqîn, ev yek jî di çarçoveya siyaseta cezakirina komî tê, ku artêşa Tirk a dagirker li dijî şêniyên herêmê dimeşîne. Bi vê yekê misoger dibe ku dewleta Tirk ferqê naxe navbera armancên leşkerî û sivîl, nemaze digel bikaranîna amûrên leşkerî û çekên dûravêj li dijî herêmên tê de şênî hene.

Israra dewleta Tirk a veguhastina qada şer li herêmên tê de şênî hene û danîna bijarteya kuştin an jî koçberkirinê li pêş sivîlan sûcekî şer ê eşkere ye. Em bang li saziyên hiqûqî yên navneteweyî dikin ku sûcên dewleta Tirk ji 2018’an ve lêpirsîn bikin û sûcdaran di dadgehên taybet de hesab bikin. Her wiha bang li aliyên garantor dikin ku tedbîrên meydanî bigirin ku dagirkeriya Tirk sûcên qetilkirinê li dijî gelê me pêk neyne."