Planên qirêj ên li ser wargeha berxwedanê

Rastiya gelê berxwedêr a wargehê çawa ku ev 28 sal e tevahî plan û konseptên li ser wan tê meşandin têk birin, pûç kirin, wê vê yekê jî bi berxwedan û têkoşîna xwe pûç bike. Îdeaya wan a serketinê gelekî bi hêz e.

Wargeha Şehîd Rustem Cudî bi navê din Mexmûr ne wargehek ji rêzê ye. Wargehek ji bo xwe jiyanek azad û bi rûmet hilbijartî, serî li hember dewleta faşîst dewleta Tirk rakiriye. Neheqî ne pejirandiye. Jiyana bi rûmet, azad û di oxira wê de çi hebe dan berçavê xwe û ketin li pey heqîqetê û rastiyê. Gotin, ger hebe jiyanek bila bi şeref, rûmet, serbilindî û bi keramet be. Ji bo jiyanek azad bi nasnameya xwe, bi çand û exlaqa xwe, bi hebûn û heyîna xwe re bijîn her tişt dan ber çavên xwe û jiyana pîroz hilbijartin. 

Wargeha berxwedanê ya Şehîd Rustem Cudî ruxmê tevahî zor û zehmetiyan, kuştin, birçîbûyîn, talan, şewitandina warê wan, li ber çavê wan serî mirovên wan hate jê kirin, çend war guhertin, ji canê xwe can dan lê tawîzan ji rêgezên xwe nedan û gav paşve neavêtin. 28 sale ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahî gelê Kurd li ber xwe dide, têdikoşe. Cihekî weke Mexmûr bi gotina gelê wargehê warê dûbişk û mara kirin warê jiyan û hêviyê. Gelê wargehê her warê ku çûn bi zanabûyîna xwe rêxistin kirin û têkoşînê tevgeriyan û jiyana xwe li gor vê yekê bi nîzam kirin. Tu tiştek weke ku mirov bi zanist bijî pîroztir û bi qiymettir nîne.  Gelê Wargehê jî ji bo xwe vê pîrozbûyînê û qiymetbûyînê essas girtin.  

Gelê wargehê gava penaber bû û berê xwe da Başûrê Kurdistanê li ser esasê Kurdistan e, warê me ye, welatê me ye, şûna ku em berê xwe bidin li ser axa dijminê xwe, em ê biçin welatê xwe berê xwe dan welatê xwe. Rast bû Kurdistan bû û warê wan bû. Lê rastiyek ne dizanîn ew bû ku PDK ji dijminê Kurdan zêdetir xetere ye û ew bi xwe jî di nava ev konsepta qirkirina Kurdan de cîh digre.  

Bêguman wargeha berxwedanê di nava 28 salan de ev rastî da diyarkirin ku berxwedanî û têkoşîn mirovan bi ser dixîne.

Plan û konseptên ku ji hêla dewleta Tirk a faşîst ve têne meşandin bi taybetî jî 'Plana Çokdanînê' tê domandin. Hêzên ku ji bo pêkanîna vê plan û konseptê kar dikin jî KDP û Iraq e. Bêguman wargeha berxwedanê ya Şehîd Rustem Cudî tirs û xovek mezin e ji bo dijminên gelê Kurd. Qada herî girîng e ku weke civak xwe bi xwe rêve dibe, hişmendiya neteweya demokratîk lê heye, hişmendiya xwe ava dike û modela herî bingehîn a civaka exlaqî-polîtîk ya neteweya demokratîk lê heye. Ji ber vê yekê ye ku her tim dibe hedefên êrişê dewleta Tirk a faşîst. Ji bo dewleta Tirk Kurdê herî baş yê mirî, kole, xwefiroş, îxaneta xwe dike.

Tevahî sepandinên li ser wargehê tê kirin vê rastiyê dide diyarkirin ku hem PDK, hem jî Iraq bi dewleta Tirk re ji bo wargehê îttîfaqên qirêj pêk tînin. Di aliyekî de şerê taybet, şerê derûnî, rêgirî û bi birçîbûnê terbiye kirin, li aliyê din jî êrişên hewayî. Bêguman bi taybetî jî ev 'plana çokdanînê' ji bo wargehê jî bi destê nokeran dixwazin pêk bînin û ev plan jî bi awayekî berfireh tê meşandin. Bêguman armanca vê planê ew e ku tevahî destketiyên Kurdan tasfiye bikin û pêşî li statuya Kurdan bigirin. Wargeha berxwedanê jî perçeyek ji dîroka tevgera azadiyê ya gelê Kurd e.

Di sala 2019'an de 'plana çokdanînê' ya li dijî wargehê bi destê nokerên PDK'ê ve hate destpêkirin. Bi rêgiriya li ser wargehê xwestin wargehê bi birçîbûnê terbiye bikin û teslîm bigrin, ger ev yek pêk bê wê wargeh belav bibe, ger ev yek jî pêk neyê wê bi rêya şerê taybet û derûnî di nava civaka wargehê de pêş bixîne. Ji xwe dewleta Tirk a faşîst jî wê êrişên xwe yên hewayî bidomîne da ku tirs û panîkê ava bike. Bêguman bi ti awayî yek planê wan jî pêk nehat, tişta ku wan hêvî dikirin çênebû û pûç bûn. Niha jî dewleta Iraqê ketiye meriyetê. Bêguman ji xwe hemû jî yek in, tu ferqekê xwe nîne. Di 27 Kanûna 2021'an de hêzên Iraqê xwestin derdora wargehê têl bikin. Lê bi berxwedana wergehê re rûbirû hatin. Her çiqasî berxwedana wargehê ev yek têk biribe jî lê xeterî didome. Di van rojên dawî de li Mexmûra jêr hejmarek zêde kûleyên leşkerî bi cih kirin tê çi wateyê, armancê vê yekê çi ye? Her roj li gelek gund û sînorên Başûrê Kurdistanê û Iraqê çeteyên DAÎŞ'ê tevdigerin û êriş dibin ser welatiyên sivîl, çima hûn ewlehiya wan deveran baş nakin û naparêzin? Çima ew kûleyên leşkerî hatine wir di demekê wisa de? Bêguman gelek pirsên cuda jî di serî mirovan de derbas dibe. Planên qirêj ên ji hêla Hewlêr, Bexda û Enqereyê ve li ser wargehê hene. 

Rastiya gelê berxwedêr a wargehê çawa ku ev 28 sal e tevahî plan û konseptên li ser wan tê meşandin têk birin, pûç kirin, wê vê yekê jî bi berxwedan û têkoşîna xwe pûç bike. Îdeaya wan a serketinê gelekî bi hêz e. Çi dibe bila bibe wê destketiyên xwe û statûya xwe bi rêxistinbûyîna xwe biparêzin.