BI DÎMEN

Partiyên siyasî yên Şehba û Efrînê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin

Partiyên siyasî yên Kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Serdem hatin ba hev û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyanî dan.

TECRÎDA LI SER ABDULLAH OCALAN HAT ŞERMEZARKIRIN

Kongra Star û partiyên siyasî li Kantona Efrîn û Şehbayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina tecrîdê li kampa Serdem kom bûn û daxuyanî dan. Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê endamên Meclîsa Kantona Efrîn û Şehba Şîlan Şêxo û Nacî Selamê ve hate xwendin.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Krîza Rojhilata Navîn bi berdewamiya şerê cîhanȇ yê sêyem kûrtir û berfirehtir dibe. Dewleta Tirk a faşîst di pêkanîna planên li ser Kurdan û gelên Rojhilata Navîn de pêşengê şer û amûra hegemonyayê dike.

Zêdetirî 3 sal in ku dewleta Tirk a faşîst li ser Rêber Abdulah ocalan tecrîdeke mutleq ferz dike. Dewam kirina tecrîdê, tê wateya dewam kirina êrîşên li dijî Kurdan. Ramana Rêber Apo bûye ronahiyek û ji aliyê gelek feylesof, siyasetmedar, akademîsyenan ve li ser asta cîhanê tê meşandin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd li cîhanê kampanya hat destpêkirin.

Em bang li civaka navdewletî û rêxistinên navdewletî dikin ku erka xwe ya hiqûqî û exlaqî bi cih bînin û zextê li dewleta Tirk a faşîst bikin da ku tecrîda li ser Rêbertî bişikîne û di pêkanîna yasa û peymanên navneteweyî de mafê hêviyê bidin wî.

Em soz didin ku heta em bi Rêbertî re bigihêjin azadiya xwe, em ê kampanya, înîsiyatîf, xwepêşandan û perwerdekirina li ser esasê fikir û felsefeya Rêbertî bidomînin û asta têkoşînê bilind bikin.”