Li Londonê ciwanên Kurd li dijî dagirkeriyê meşiyan

Li Londonê ciwanên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk meşiyan.

Li paytexta Îngilistan Londonê îro bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û ciwanên Kurd ên zanîngehan dixwînin, ji bo ku qada hewayî ya Rojava were girtin û li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlan, meş hate kirin.

Ciwanên ku li Qada Leicesterê kom bûn, agahî da gelê Londonê ku li Rojava li dijî sivîlan sûcê şer tê kirin û hate gotin ku divê her kes xwedî li şoreşê derkeve û biparêze.

Ciwanan ev peyam da:

“Dewleta Tirk a dagirker êrîşên pir dijwar li ser Rojava pêk tîne. Her roj bi balafirên bê mirov êrîşî sivîlan dike û dixwaze Rojava ji mirovan xalî bike. Lê gelê Kurd û gelên Rojava bi biryardarî qadên xwe yên demokratîk diparêzin, li ber xwe didin û bi vê berxwedana bê hempa ji Rojhilata Navîn re dibin mînak.”

‘BI FIKRÊN RÊBER APO JIYANEKE NÛ TÊ AVAKIRIN’

Ciwanên ku ber bi Qada Trafalgarê ve meşiyan, broşur belav kirin û ev daxuyanî dan:

“Li Rojava bi fikrên Rêber Apo jiyaneke nû tê avakirin. Hebûna dewleta Tirk li ser esasê tunebûna çand, gel û zimanan e. Gelê Kurd bi berxwedana li dijî dewletên dagirker bi ser ketiye û nîşanî hemû cîhanê daye ku berxwedanê çi daye qezenckirin. Ji bo parastin û xurtkirina vê hêviya jiyanê, ji her devera cîhanê mirov berê xwe didin Rojava. Weke ciwan û xwendekarên Kurd em bang li hêzên navneteweyî dikin ku dest ji piştevaniya dewleta Tirk a dagirker berdin. Ji ber ku beriya sedsalan vê dewleta hov li dijî Ermenî û Rûman qirkirin pêk aniye, xwestibû Kurdan jî tune bike. Em dibêjin, nebin hevkarê mirin û qirkirinê. Bibin parêzvanê demokrasî, wekhevî û şoreşa jinê.”