Li Kobanê û Helebê coşa Newrozê

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şahiyên Newrozê bi coş dewam kirin.

COŞA NEWROZÊ

Duh ji ber barîna zêde ya baranê, şahiyên Newrozê li Kobanê, Heleb û Şehbayê hatibûn taloqkirin. Îro şênî li her sê deveran berê xwe didin qadên Newrozê.

KOBANÊ

Ji saetên sibehê ve pêkhateyên kantona Firatê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji gund, bajarok û navçeyên kantonê ber bi qada Newrozê ya li girê Miştenûrê yê Kobanê ve diherikin.

Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, partî û mêvan ji Minbic û Reqayê tevlî şahiyê bûne.

Di destpêka şahiyê de malbatên şehîdên agirê Newrozê dadan.

Çaverê ye ku di şahiyan de bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê, Kongra Star, Meclisa Girê Spî, Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin werin kirin û bernameyên hunerî wekî şano, stran û govend bên pêşandan.

HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê yên Kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî û Ereb, Suryan û Tirkmen, endam û nûnerên partiyan, saziyên sivîl û mêvan ber bi qada Newrozê ve diherikin. Her wiha mêvan ji derveyî her du taxan, kesayetên serbixwe û helbestvan Ferhad Merdê jî tevlî şahiyê bûn.

Dayikên şehîdan agirê Newrozê dada. Dê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed Şêxo, endama rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Fatme El Hesîno biaxivin. Her wiha komên çandî dê berhemên xwe pêşan bidin.