Li Dirbêsiyê û Qamişlo bi hezaran kes li dijî tecrîdê meşiyan

Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran kes li Dirbêsiyê û Qamişlo meşiyan.

Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi hezaran kes li Dirbêsiyê û Qamişlo meşiyan.

DIRBÊSIYÊ

Bi sedan jinên ji navçeyê û endamên saziyan ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê dest bi xwepêşdanê kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Kongra Star bilind kirin û bi dirûşmeyan berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kirin û sûcên dewleta Tirk şermezar kirin.

Li Çarxerêya Gardînya xwepêşandan veguherî mîtîngê. Endama Kongra Star a navçeyê Hocîn Hêrez axivî û destnîşan kir ku jinên herêmê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne. Hocîn got ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi erêkirina hêzên navneteweyî tên kirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî tevahî gel û bi taybet jinan e.

Hacîn diyar kir ku divê gelê herêmê destkeftiyên bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin biparêzin, li hember êrîşan û şerê taybet li kêleka hêzên leşkerî yên parastina herêmê dikin bin.

Mitîng bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.

QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Qamişlo xwepêşandanek li dar xist. Ciwanan di meşê de bang li CPT’ê kir ku erkên xwe li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne cih. Bi sedan ciwan, pêkhateyên bajêr, nûnerên partiyan û gaziyên şer tev li xwepêşandanê bûn.

Meş ji Çerxerêya El Sewami ya li taxa Enteriye ya rojhilatê Qamişlo dest pê kir. Beşdaran wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK’ê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê hildan.

Meş li çerxerêya Efrîn a li rojhilatê bajêr rawestiya û veguherî çalakiyeke protestoyî. Di çalakiyê de endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Şîrhat Ehmed axivî û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û helwesta CPT’ê şermezar kir. Ehmed wiha domand: “Gelek meh derbas bûn û em tiştekî li ser tenduristiya Rêberê xwe nizanin. Hemwextî wê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê zêde bûn. Ev îsbat dike ku tecrîd bi êrîşan ve girêdayî ye û di çarçoveya siyasetên qirker ên li dijî gelan de pêk tên.”

Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ji tecrîdê armanc dike Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel dûr bixe diyar kir ku her çiqas dewleta Tirk a dagirker hewl bide lê bi ser nakeve û got: “Em dev ji fikrê wî bernadin. Heta bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

Piştre endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ronahî Hisên axivî û got: “Dewleta Tirk difikire ku şer wê me ji têkoşîna ji bo Rêbertiyê dûr bixe û em ê çalakiyên xwe rawestînin. Lê bila bizane ku wê dengê me li her derê be.” Ronahî soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Ocalan da û wiha domand: “Bila dijmin bizane ku gel PKK ye û PKK gel e û wê çalakiyên me her roj li her derê hebin.”

Di dawiyê de Ronahî bang li azadîxwazan û gelan kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan seferberiya giştî ragihînin.