BI DÎMEN

Koçberên Efrînê: Efrîn wê bi têkoşînê were rizgarkirin

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê koçber in, diyar kirin ku ew ê ji bo rizgarkirina Efrînê her tim li ber xwe bidin û têbikoşin.

Bi wesîleya salvegera 6'emîn a dagirkirina Efrînê 18'ê Adara 2018'an şêniyên Efrînê yên li Şehbayê koçber in diyar kirin ku çiqasî zor û zehmetî li ser wan were ferzkirin, ew ê timî têbikoşin heya ku vedigerin cih û warê xwe.

‘EM BÊ WELAT NIKARIN BIJÎN’

Endama Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê Fatmê Silêman wiha got, "Efrîn cihê ewlehî û aştiyê bû û hemû xelkê Sûriyeyê ji bo jiyanê berê xwe didan herêmê. Lê dewleta Tirk a dagirker berê xwe da Efrînê û xwest bi hemû rê û rêbazan Efrînê dagirkir bike û xelkê wê bide koçberkirin. Ji ber wê êrîşeke hovene li ser herêmê pêk anî. Em weke xelkê Efrînê û jinên Efrînê bi hemû rê û rêbazan li ber xwe didin û niha li Şehbayê tevî hemû zehmetiyên jiyanê jî xelkê Efrînê ji bo vegera Efrînê heya dawiyê wê li ber xwe bide. Dayîkên Efîrnê ji bo rizgarkirinê herêmê zarokên xwe feda kirin. Yanî em bê zarok dikarin jiyan dikin, lê bê welat em nikarin jiyan bikin."

Gaziyê şer Çekdar Rojava jî diyar kir ku ew ê heta dawî li hember dagirkeriya li ser Efrînê li ber xwe bidin û destnîşan kir ku ew ê Efrînê ji dagirkeriya dewleta Tirk rizgar bikin. Çekdar soza ji bo rizgarkirina Efrînê dubare kir û anî ziman ku weke gaziyên şer ew her tim amade ne û tişa tê xwestin pêk bînin.

‘JI BO RIZGARKIRINA EFRÎNÊ EM Ê HETA DAWIYÊ TÊBIKOŞIN’

Dayîka Zeyneb Cemîl Ebdo ku li Kampa Serdem koçber e wiha got, "Ev nêzî 6 Sal in em li Şehbayê koçber in û di bin çadirên plastîkî de jiyan dikin. Lê dîsa jî em li ber xwe didin. Em li hemberî hem dorpêça hikumeta Şamê hem jî êrîşên dagirkeriya Tirkiyeyê têdikoşin. Ji bo rizgarkirina Efrînê em ê heya dawiyê li ber xwe bidin, têbikoşin û şer bikin."