ÇAVDÊRÎ

Kesên ku Serdeşt Osman şehîd kirin, kî bûn?

Ew zihniyeta eşîrî û malbatî ku Serdeşt şehîd kir, heman ew zihniyet e ku ji ber zordarî û nezanînê ji sedî pêncî û yekê axa başûrê Kurdistanê ji dest da.

SERDEŞT OSMAN

14 sal derbas bûn, lê hîna xwîna Serdeşt li ser erdê hişk nebûye. Ji bo me û ji bo kesên azadîxwaz hîna wekî wê roja ewil e ku Serdeşt li ber Peymangeha Wêjeyê ya Zanîngeha Selahedînê hate revandin. 14 sal berî niha destekî reş û aşkera bi roja ronak Serdeşt revand û paşê jî termê wî yê pîroz avêtin nav bajarê Mûsilê. Şevşevokan digot qey eger termê Serdeşt bibin derveyî Kurdistanê, êdî Serdeşt bi dawî dibe. Lê belê Serdeşt bû tovê azadiyê û li pey xwe zêdetir şîn hatiye. Li ber deriyê her kesekî azadîxwaz bûye şitila azadiyê, li hemû kolanên Hewlêrê bûye çira, li hemû baxçeyan bûye gula azadiyê.

Kesên ku rojnamevan Serdeşt Osman şehîd kir, hîna ji siya Serdeşt ditirsin, fobiya wan li hember azadiyê heye. Wan Şêrwan û hevalên wî zindanî kirin, heval û hogirên Serdeşt ji ax û welatê wan derxistin. Ew zihniyeta ku Serdeşt şehîd kir, heman ew zihniyet e û ew karakter in ku îro Şêrwan Şêrwanî, Silêman Ehmed û Qehreman Şukrî zindanî kirine.

Ew zihniyeta eşîrî û malbatî ku Serdeşt şehîd kir, heman ew zihniyet e ku ji ber zordarî û nezanînê ji sedî pêncî û yekê axa başûrê Kurdistanê ji dest da, lê bi vê yekê jî raneweste. Piştî aşkerabûna çar sed hezar dengdêrên sexte û aşkerabûna qebare û aqilê wan ê biçûk, dixwazin li dijî demokrasî û azadiyê rawestin û rê li ber hilbijartinan bigrin da ku ev ji sedî çil û neh jî ji destê me biçe. Lewma erka me hemûyan e ku em vî destî ji nav bibin û sînorekî jê re daynin da ku êdî azadiya me nekuje.

Di salvegera şehîdbûna Serdeşt de em wî bi rêzdarî bi bîr tînin û ji bo me çardehemîn salvegera jidayikbûna wî ye. Serdeşt îro çar deh salî ye û teze ber bi ciwanî û mezinbûnê diçe û roj bi roj mezintir dibe. Kujerên wî jî biçûk û biçûk dibin.