Ji QSD'ê 3 çalakî: Gelek dagirker hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku di nava 24 saetên dawî de li eniya Qereqozaxê 3 çalakî li dijî dagirkeran hate kirin. Hate ragihandin ku di çalakiyan de gelek dagirker hatin kuştin, baregehên dagirkeran hatin îmhakirin.

DAXUYANIYA QSD'Ê

Daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD'ê bi vî rengî ye:

"Hêzên me di çarçoveya mafê rewa yê bersivdayînê de, duh (Pêncşem) 3 çalakiyên bibandor li dar xist. Çalakiya yekemîn li gundewarên Bendava Tişrînê li dijî nuqte û stragehên çeteyan hatin lidarxistin. Di encamê çalakiyê de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, lê hejmara wan nehat zanîn. Di çalakiya duyemîn ku li derdora Girê Syriatel hat kirin de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn, hejmara wan nehat zanîn. Di çalakiya sêyemîn de nuqte û kombûnên çeteyan ên li bajarokê Ebû Qelqet hatin hedefkirin. Di vê çalakiyê de jî hejmarek çete hatin kuştin û birîndarkirin, lê nehat zanîn bi çend in. Di vê çalakiyê de tevliheviyeke mezin di nava refên çeteyan de çêbû.

Dewleta Tirk a dagirker tevahiya êvara Çarşemê derdora Bendava Tişrînê bi obîsên giran topbaran kir. Di encama topbaranê de zirarên madî çêbûn. Balafirên şer jî gelek caran derdora bendavê bombebebaran kir û zirarên madî çêbûn.

Eniya Pira Qereqozaqê; şervanên me çalakiyên bibandor li dijî baregehên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Girê Qereqozaqê, gundê Hoşeriyê û nuqteyeke din nêzî Girê Qereqozaqê pêk anîn. Di encama van çalakiyan de windahiyên mezin ên çeteyan çêbûn; kuştî û birîndarên wan çêbûn û baregehên wan hatin rûxandin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundên Tîna, Bîr Hiso, Şoha û Xeseqê bombebaran kirin. Di encamê de zirarên madî li milkên şêniyan bûn. Hemwextî bombebaranê, gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Dîkan, Melha, Sena û girên Sêvê û Qereqozaqê bi obîs, roket û hawanan bê serûber hatin topbarankirin. Ji ber topbaranê zirarên madî gihaştin mal û milkên sivîlan.

Saet 07.05’an, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker herêma rojavayê mezreya Ehmed Munîr ê gundewarê rojavayê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de zerarên madî çêbûn. Di dirêjahiya rojê de jî balafirên şer li asîmanên bajar û gundewarên wê digeriyan."