Şehîd Ezîz Ereb li Minbicê hat bibîranîn

Şêniyên kantona Minbicê şehîd Ezîz Ereb di salvegera şehadeta wî ya 38'emîn de bi bîr anî.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê bi merasîmekê şehîd Ezîz Ereb ê ku di 1986'an de di têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê de şehîd bûbû, bi bîr anî.

Merasîm li hola Meclisa Rûspiyan a navenda bajarê Minbicê hat lidarxistin. Di merasîmê de endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser a kantona Minbicê, deste û saziyên wê, partiyên siyasî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, xet û meclisên sivîl û şêniyên kantonê beşdar bûn.

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ezîze Hesen axivî û got: "Ji ber ku şehîd Ezîz ji fikrê neteweya demokratîk hez kir tev li têkoşînê bû Bi şehadeta wî rê li ber bi sedan ciwanên pêkhateya Ereb vekir ku tev li tevgerê bin."

Ezîze Hesen soza şopandina rêya şehîdan da û got: "Em rojane şehîdên xwe yên aştî û ewlehî misoger kirine bi bîr tînin, her wiha em soz didin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin, yek dest bin, dagirkeriyê derxin û xaka xwe rizgar bikin."

Piştre sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Ezîz Ereb, naskirina fikrê biratiya gelan û têkoşîna wî heta şehadetê, hat pêşandan.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.