Dewleta Tirk bombe li Minbic, Til Rifet û Şehbayê barand

Dewleta Tirk a dagirker serê sibehê bombe li Minbic, Til Rifet û Şehbayê barand.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk a dagirker gundên Um Edse, Um Cilûd, Seyade û Bak Wêranê yên li bakurrojavayê bajêr bi top û hawanan bombe kir. Hate ragihandin ku herî kêm 15 top li herêmê ketin.

Di dema vê êrişê de balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk bi dema herêmê saet di 09:00 de navenda Til Rifetê bombe kir. Li ser vê êrişê agahiyên berfireh bi dest neketin.

Bi dema herêmî saet di 08:40'î de jî gundên Bêlûniyê û Eyn Deqnê yên Kantona Şehbayê û derdora navçeya Til Rifetê hatin bombekirin.