Dewleta Tirk a dagirker êrîşê gundên Rojava kir

Dewleta Tirk a dagirker, li Rojava gelek gund bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker, gundên Meyase û Bênê yên navçeya Şerawa ya Efrînê bombebaran kir.

Agahiyên têkildarî encamên bombebaranê nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, gundên Qeremox, Zormixar, Cêşan û Çarixlî yên Kobanê û gundê Seyda yê Eyn Îsayê bombebaran dike.

Li ber avahiya Komîteya Perwerde û Hînkirinê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Cizîrê ya li Kolana Quwetlî ya Qamişloyê, wesayîtek teqiya.

Hat zanîn ku di teqînê de kesê bi navê Samî Ehmed Silêman birîndar bû. Kesê birîndar birin nexweşxaneyê.

Tê payîn ku Komîteya Perwerde û Hînkirinê têkildarî teqînê daxuyaniyê bide. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Ebû Sira yên li ser Rêya M4 a li Eyn Îsayê bi obusan êrîş dibe ser.

Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin bidestxistin.

Êrîşên dewleta Tirk a ku serê sibê li ser gundê Meyasê daye destpêkirin, dewam dikin.