Xwendekarê ku ji aliyê polîsên sivîl ve bi dizî hatibû binçavkirin, hat girtin

Xwendekarê Beşa Bazarkirina Dîjîtalê ya Zanîngeha 9 Eylulê Şeyhmûs Bûran ê dema ji bo gerê çû Mêrdînê hat binçavkirin û îro hate hînbûn ku bi rojan in li Midûriyeta Polîsan ya Îzmîrê hatiye ragirtin, hat girtin.

GIRTIN

Xwendekarê Beşa Bazarkirina Dîjîtalê ya Zanîngeha 9 Eylulê Şeyhmûs Bûran ê ji bo gerê di 24’ê Gulanê de ji Îzmîrê çû Mêrdînê ku agahî jê nedihat girtin û paşe hat zanîn ku hatiye binçavkirin, hat girtin. Hate hînbûn ku Bûran bi rojan in li Midûriyeta Polîsan ya Îzmîrê hatiye ragirtin, piştî lêpirsînê sewqî Edliyeya Îzmîrê hat kirin.

Bûran ê ku ji ber polîsan tundiyê lê kirin, mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî, li dozgeriyê îfade da. Li dozgeriyê ji Bûran re ragihandin ku ji ber îxbareke bênav li ser wî lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Bûran ku der barê îfadeyên şahida diyar Buse Aslan de pirs jê re hatin kirin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat sûcdarkirin.

Bûran ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hate kirin, bi heman sûcdariyê ji aliyê 2’emîn Dadgeriya Cezayê Sulhê ya Îzmîrê ve hat girtin.

GEFA KUŞTINÊ LI BÛRAN HAT KIRIN

Velat Zeren ê ku muwekîlê xwe dît, diyar kir ku Şeyhmûs Bûran ê ku roja pênçşemê ji bo gerê ji Îzmîrê çû Mêrdînê, sibeha Înê gihiştiye navçeya Qoserê û ji aliyê polîsên sivîl ve hatiye binçavkirin. Parêzer Velat Zeren diyar kir ku polîsan gefa kuştinê li muwekîlê wî xwarine û got: “Polîsan demekî di wesayitê de tundiyê li Şeyhmûs dikin û gef lê xwarine. Piştre ev polîs Şeyhmûs radestî polîsên Midûryeta Polîsan ya  Mêrdînê dikin. Polîsên Mêrdînê di wesayiteke cuda de tundiyê li Şeyhmûs dikin. Polîsan bi gotina ‘Em tê bibin derveyî sînor û li serê te bidin?’ çek nîşanî Şeyhmûs dikin û gefa kuştinê lê dixwin. Piştre dibin Midûriyeta Polîsan ya Mêrdînê. Şeyhmûs wê rojê li Midûryeta Merdînê dimîne. Roja Şemiyê nîvê şevê bi balafirê tînin Îzmîrê. Li Îzmîrê daxwaza parêzer dike, lê agahî ji parêzerê wî re naye dayîn. Îro ji bo ku îfade hatiba girtin, agahî dan min. Ez bi vî awayî tevlî îfadeya wî bûm.”