ROJEVA 28'Ê GULANA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê yên Tirkiyeyê îro ye. Hilbijartin di navbera şefê hikumeta AKP-MHP a faşîst Recep Tayyîp Erdogan û lîderê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû de tê kirin.

- Doza parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar di 4'ê Îlona 2023'an dikeve ber 'dem bihurînê'. Sîncar ji bo lêkolînkirina kuştinên kiryar nediyar çûbû Êlihê û di 4'ê Îlona 1993'an de bi hevkariya Hîzbûllah û dewletê hatibû qetilkirin.

- Xwediyê berhema 'Bîz Apo'ya soz vermîşîz (Me soz dane Apo)' Hozan Zinar ku di her çalakiyên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê gotin, di sala 12'an a wefata xwe de ji aliyê malbat û hezkiriyên xwe ve tê bîranîn.

- Alîkarê Berpirsê Malbendî YNK a Qereçox Reşad Gelalî diyar kir PDK’ê destpêkê xwest Mexmûrê kontrol bike, piştî nekarî vê bike, bi hevkariya Tirkiyeyê û beşek hêzên Iraqê xwest kampê vala bike, yan teslîmî Tirkiye bike.