Rewşa girtiyê nexweş Gemîcîoglû giran e

Rewşa girtiyê nexweşê penceşêrê Abdûrrahman Gemîcîoglû giran dibe. Hat zanîn ku Gemîcîoglû hafiza xwe jî winda dike.

GIRTIYÊ NEXWEŞ

Li Colemêrgê Abdûrrahman Gemîcîoglû yê 67 salî piştî ku cezayê wî ji aliyê Daraz ve hate erêkirin, tevî ku nexweşiya giran jî pê re heye di 3’yê Cotmehê de hate girtin û sewqî Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê hate kirin. Gelek nexweşiyên mîna penceşêra kolonê, prostat û êşa dil bi Gemîcîoglû re hene. Ji roja hatî girtin û vir ve her roj sewqî nexweşxaneyê tê kirin. Gemîcîoglû yê ku şeva 25’ê Cotmehê nerehet bû, sewqî beşa lezgîn a Nexweşxaneya Lêkolîna Fakulteya Tib a Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê hate kirin. Tedawiya Gemîcîoglû 18 roj in li beşa lezgîn a nexweşxaneyê didome.

Elîf Gemîcîoglû diyar kir ku tedawiya bavê wê di nîvê de maye û got: “Girtîbûna xwe û cihê ku lê ye, ji bîr dike, êdî mirov nayên bîra wî.”