Parvekirinên Arslan a derbarê rojnamevanên girtî de weke 'sûc' hat dîtin

Parvekirinên rojnamevanê destgîrkirî Firat Can Arslan a derbarê rojnamevanên girtî de bûye mijara sûc.

Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Firat Can Arslan duh li Enqereyê di çarçoveya lêpirsînek ku Serdozgeriya Komarê ya Kirşehîrê daye destpêkirin de hate destgîrkirin. Hê jî îfadeyên Arslan nehatine girtin. Arslan li Midûriyeta Polîsan a Kirşehîrê tê ragirtin.

Parêzeran bi Arslan re hevdîtin pêk anîn. Parêzeran têkildarî lêpirsînê agahî dan û diyar kirin ku di çarçoveya lêpirsînek di sala 2022’yan de li Konyayê hatiye destpêkirin de derbarê wî de biryara destgîrkirinê hatiye dayîn. Parêzeran got dosye bi biryara “bêrayebûnê” ji bo dozgeriya Kirşehîrê hatiye şandin. Parêzeran da zanîn ku sûcdariya “pesindayîna sûc û sûcdariyê” xistine stûyê Arslan û parvekirinên wî yên li ser medya dîjîtal jî wek delîl bo sûcdariye hatine nîşandan.

Parvekirina Arslan a di 22’ê Nîsana 2022’yan de derbarê salvegera Rojnameya Kurdistan ku bi wêneyê rojnamevanên girtî re û parvekirina hevpeyvîna wî ya li gel siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle re wek sûcdariya “pesindayîna sûc û sûcdar” hincet hatiye nîşandan.

Hat zanîn ku dozgerê ku lêpirsînê bi rê ve dibe çûye Midûriyeta Polîsan cem Arslan û pîşeya wî jê pirsiye.

Hat diyarkirin ku gelek pirtûkên Arslan hatine desteserkirin. Parêzeran got rewşa Arslan baş e û tê payîn wê sibê wî bibin edliyeyê.