Nobeta Edalatê ya Emîne Şenyaşar didome

Nobeta Edalatê ya Emîne Şenyaşar di roja 78'emîn de li ber Wezareta Edaletê didome.

ÇALAKIYA EMÎNE ŞENYAŞAR

Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edeletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 78’an de berdewam kir. 

Emîne Şenyaşarê li ber wezaretê got: "2 kurê min û hevjînê min hatin qetilkirin.Yên komkujî kirin sebest digerin."

Malbat piştre derbasî meclîsê bûn.