Milîsên HBDH’ê li Bûrsayê çalakî kirin

Milîsên Denîz Gezmîş ên HBDH’ê ragihand ku wan li navçeya Înegol a Bûrsayê febrîqeya mobîlyayan a ayîdê faşîstan dan ber agir.

Milîsên Denîz Gezmîş ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) 1’ê Gulanê di derdora saet 02.00’an de li taxa Mahmûdiye ya navçeya Înegol a Bûrsayê, febrîqeya mobîlyayan a ayîdê faşîstan dan ber agir. Hat diyarkirin ku zirareke mezin gihiştiye febrîqeyê.

Milîsan diyar kir ku wan ev çalakî ji bîranîna pêşengê şoreşger Denîz Gezmîş û hevrêyên wî yên ku 6’ê Gulana 1972’yan bûn nemir, lidar xist.

Di daxuyaniyê de bang li hemû ciwanên Tirkiye û Kurdistanê hate kirin ku tevlî nava refên şoreşê bibin.