Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
41 meh in agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li Îmraliyê di bin tecrîda mutlaq de, nayê wergirtin. Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komara Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.