Li Kutahyayê jinek hate qetilkirin û li Stenbolê jî jinek bi giranî birîndar bû

Li Kutahyayê zilamekî jin a pê re zewicî bû bi kêrê qetil kir û li Stenbolê jî di êrîşeke manend de jinek bi giranî birîndar bû.

Li Kutahyayê Esra Ûşak (26) ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû E. Ûşak (29) ve hate kêrkirin.

Esra Ûşak li cihê bûyerê bi giranî birîndar bû ew rakirine nexweşxaneyê. Lê belê tevî hemû midaxeleyan jî Ûşakê jiyana xwe ji dest da. Hevserê Ûşakê E. Ûşak hate binçavkirin. Piştî bûyerê derket holê ku Esra Ûşak ducanî bûye.

Li navçeya Başakşehîr a Stenbolê jî Dîlem Gul Karli (24) ji aliyê hevserê xwe Ferhat Karli ve rastî êrîşa bi amûrên tûj hat. Hate zanîn ku Karliyê meha borî biryara hevberdanê daye.  

Hate ragihandin ku Dîlem Karliyê ji ber pêknekirinê biryara hevberdanê daye. Her wiha hate destnîşankirin ku Ferhat Karliyî gefa kuştinê li Dîlem Karliyê xwariye, ew şopandiye û bi kêrê ew birîndar kiriye. 

Ferhat Karli piştî bûyerê hate binçavkirin. Dîlem Karli jî bi giranî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Her wiha hate ragihandin ku Ferhat Karli kurmamê Umît Karli ye ku Umît Karli meha borî li Pendîkê hevjîna xwe ya ku dev ji hev berdabûn, qetil kiribû.