Li Hesekê ji bo azadkirina Efrînê bang hate kirin

Li Hesekê bi hezaran kesan nerazîbûn nîşanî qetlîama Cindirêsê dan û ji bo azadiya Efrînê bang kirin.

Çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta Tirk a dagirker şeva Newrozê komkujiyek li dijî welatiyên Kurd ên navçeya Cindirêsê pêk anî û di encamê de 4 welatiyên malbata Pêşmerg şehîd bûbûn.

Li hemberî vê komkujiyê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li herêmên cuda nerazîbûnên xwe bi rêya lidarxistina çalakiyên cuda anîn ziman û piştgiriya gelê Efrînê kir.

Li Hesekê bi sedan şêniyên bajêr li pêşiya Parka Serok a taxa Kelasê kom bûn û bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Efrînê em ê dagirkeriyê tune bikin û Efrînê rizgar bikin” ber bi çerxerêya Cûdî ve meşiyan.

Xwepêşandêran alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên komkujiya Cindirêsê hildan û banga derxistina çeteyan û dagirkeran ji bajar û herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê kir.

Li çerxerêyê, endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulxenî Oso axivî û destnîşan kir ku Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve bi hemû rêbazan hewl dide ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike.

Oso bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bibin yek û wiha domand: “Divê rêxistinên mirovî û aliyên têkildar destwerdanê bikin, çeteyan ji herêmên dagirkirî derxin û wan herêman li şêniyên resen vegerînin.”

Di dawiya çalakiyê de, girseyê berxwedana Cindirêsê û Efrînê silav kir û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şermezar kir.