Li Girtîgeha Tokatê êşkence û zext

Şaxa Rihayê ya OHD’ê da zanîn ku li Girtîgeha Tokatê hem li odeya parêzeran hem jî li ya hevdîtinê bi awayekî derhiqûqî qeydên deng û dîmen tên girtin. Şaxê ragihand ku li girtîgehê êşkence li girtiyan tê kirin.

LI GIRTÎGEHÊ ZEXT Û ÊŞKENCE

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Rihayê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li Girtîgeha Tîpa T a Tokatê eşkere kir. Hat diyarkirin ku rapor piştî hevdîtinên rû bi rû yên bi girtî M.S., H.D., S.O. û M.A. re hatiye amadekirin. 

Di raporê de hat destnîşankirin ku ji ber ferzkirina sepana lêgerîna nava dev, girtî naçin nexweşxaneyê û ji ber ku girtî M.T. li dijî vê sepanê derketiye, cezayê qedexeya hevdîtinê ya ji bo mehekê lê hatiye birîn. 

Bi domdarî di raporê de ev binpêkirin hatin rêzkirin: “Hat ragihandin ku êdî aktîvîteyên civakî zêde tên astengkirin. Hat diyarkirin ku hefteyê tenê rojekê maça sehaya xalîçeyan heye, doşek bi hîjyen û bitendurist nînin, kontrolên girtiyên ketine greva birçîbûnên birêkûpêk nayên kirin, piştî greva birçîbûnê girtî di mijara bikaranîna mafê tenduristiyê de zehmetiyan dikişînin, cezayên disiplînê yên ji ber greva birçîbûnê tên dayîn zêde bûne, di dema greva birçîbûnê de xwê û lîmon kêm tê dayîn, hejmara pirtûkan ji bo her girtiyekî bi 5 pirtûkan hatiye bisînorkirin, bi hinceta fealiyetên rêxistinê nameyên girtiyan tên reşkirin û wisa tên şandin. Y.S. da zanîn ku ji ber vê sedemê cezayê disiplînê lê hatiye birîn. Hat ragihandin ku name dereng tên dayîn, nikarin xwe bigihînin weşanên bi kurdî, tu encam ji serlêdanên ji îdareyê re tên kirin nayên girtin, di çarçoveya mafê agahîgirtinê de tenê destûra çendek kanalên TV’yan û weşanan tê dayîn, lêgerîna tazî tê ferzkirin, di nava 3-6 mehan de sirgûnên navxweyî tên kirin, di dema sirgûnên navxweyî de eşya bi hûr û kûr tên kontrolkirin, di dema lêgerînên di qawîşan de alav tên texrîbkirin, di çûyîna revîran de pirsgirêk tune ye û li odeyên hevdîtinê qeydên deng û dîmenan tên girtin. Girtiyan got ku biryara girtina qeydên deng û dîmen bi wan re nehatiye parvekirin. Hat destnîşankirin ku ji ber helwesta tund a Lijneya Îdare û Çavdêriyê, tehliyeya girtiyan her tim tên taloqkirin û poşmantî lê tê ferzkirin.” 

Di berdewamê de têkildarî rewşa girtiyên nexweş jî wiha hate gotin: “Girtiyê bi navê R.A. nexweşê penceşêra mîdeyî ye, H.D. nexweşê behçetê ye, S.O. nexweşê akut gastrît û zerika kronîk, A.D. jî nexweşê penceşêra kolonê ye. Girtiyan da zanîn ku di dema sewqkirina nexweşxaneyan de pirsgirêkan dijîn. Hat destnîşankirin ku girtiyên nexweş nikarin xwarinên li gorî nexweşiya xwe bixwin. Hat ragihandin ku Lijneya Îdare û Çavdêriyê xwedî helwestekî tunde û tehliyeya girtiyan taloq dike, kesên 30 sal in girtî nayên berdan. M.S., M.Ş.K. û A.D. dan zanîn ku înfazên wan hatine şewitandin. Hat tespîtkirin ku qeydên deng û dîmen ên odeyên parêzeran tên girtin. Girtiyan gotin ku biryara qeydên deng û dîmen ji wan re nehatiye ragihandin.” 

Di encama raporê de jî wiha hate gotin: “Tu hincetên rewakirina binpêkirinên mafên mirovan û derhiqûqtiyan nînin. Divê peywirdarên cemaweriyê li hemberî mafên mirovan rêzdar bin û peywirên xwe li gorî hiqûqê bi cih bînin. Divê rêveberiya girtîgehê rêveberiyeke baş, şefaf, demokratîk û ji bo mafên mirovan rêzdar bixe meriyetê. Divê berpirsyartiyên xwe yên di Destûra Bingehîn û qanûn de bi cih bînin. Divê dawî li binpêkirinên li dijî girtiyan bînin.”