Li Şengalê çalakiya konvedanê ya ji bo Mexmûrê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ya Şengalê û TAJÊ’ ve ji bo piştgiriya berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê hatibû destpêkirin, bi daxuyaniyekê bidawî bû.

Çalakiyên piştgiriyê li seranserê Kurdistan, Ewropa û gelek aliyên cîhanê bi armanca piştgirî dayîna berxwedana xelkê Wargeha Mexmûrê û protestokirina êrîşên artêşa Iraqê yên bi armanca dorpêçkirina Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bê navber didomin.

Duh bi armanca piştgirî dayîna berxwedana gelê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê ji aliyê Meclisa Xweseriya Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve konê çalakiyê li Serdeşta çiyayê Şengalê hatibû vedan. Çalakiya Şengaliyan ya kon vedanê îro di roja duyemîn de bi daxuyaniyekê bidawî bû.

Gel di saetên sibehê de berê xwe dan konê çalakiyê. Her wiha beşekî mezin ji serok eşîrên Şengalê û endamên meclisên gel yên Şengalê serdana kon kirin û berxwedan xelkê Mexmûrê silav kirin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber ya Şengalê Xwedêda Elyas ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraqê hate kirin ku dest ji van plan û êrişên li ser Wargeha Mexmûrê berde.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew wek xelkê Şengalê, berxwedana xelkê xwe yê Mexmûrê silav dikin û wiha hate gotin; “Ev demeke dewleta Iraqê li ser îradeya gel planan çêdike û dixwaze gelên xwedî îrade, têkoşer û berxwedêr teslîm bigire. Ev yek heta niha bi tu awayî nehatiya qebûlkirin û ji niha û pê ve jî naye qebûlkirin. Her kes, hemû hêz û alî baş dizanin ku heta niha xelkê Wargeha Penaberan ya Mexmûrê li hemberî zilm û zordariyê çok nedaniye û her tim li ber xwe daye û bi serketiye. Li dijî çeteyên DAŞŞ’ê bi qehremanî li ber xwe daye, xwe parastine û ew çete bi bin xistine. Li rexmê van hemû rastiyên xelkê Wargeha Mexmûrê, artêşa Iraqê êrişî wan dike û dixwaze wan dorpêç bike. Bila xelkê me yê Wargeha Mexmûrê baş bizanibe ku em wek xelkê Şengalê heta dawiyê wê bi wan re bin û berxwedana wan silav dikîn.”