Karûbarên îfadeyê yên rojnamevanan destpê kir

Karûbarên îfadeyê yên 9 rojnamevanên ku di çarçoveya operasyona ku navenda wê li Stenbolê pêk hat de hatin binçavkirin, destpê kir.

Di serdangirtinên malan ên li Stenbol, Enqere û Rihayê hatine kirin de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Esra Solîn Dal û Mehmet Aslan, xebatkarê Rojnameya Yenî Yaşamê Enes Sezgîn û kedkarên Çapemeniya Azad Saliha Aras, Yeşîm Alici, Beste Argat Balci, Şîrîn Ermîş û Erdogan Alayûmat û nûçegihanê MA’yê yê berê Dogan Kaynak hatin binçavkirin.

Karûbarên îfadeyê yên rojnamevanan ku ev 3 roj in wek binçavkirî tên ragirtin, li midûriyeta polîsan destpê kir. Tê payîn ku dê rojnamevan sibê sewqî edliyeyê werin kirin.