‘Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin’

Di çalakiyên Stenbol û Enqereyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Besra Erol û Hasan Demîrtaş û gotin, “Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin."

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 600’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li ber avahiya xwe li dar xist. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Komîsyona Girtîgehan vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Besra Erol a li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan. 

Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Bila Besra Erol were berdan” hatin vekirin û dirûşm hatin berzkirin. Vê hefteyê endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Meryem Bars daxuyaniyê xwend. 

Bars anî ziman ku zemanek dirêj e girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne malên mirinê û mafên girtiyên nexweş li ber çavan nayên girtin û terkî mirinê tên kirin. Bars da zanîn ku mafên girtiyan bi awayek bêpîvan tên binpêkirin û sedema vê ya sereke ew e ku raya giştî û xelk bêdeng e. Bars ji bo mafên girtiyan neyên binpêkirin xwest her kes û raya giştî bi berpirsiyarî rabin û xwedî li girtiyan derkevin. 

 Bars bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Besra Erol a li Girtîgeha Xarpêtê ya Jinan tê ragirtin û destnîşan kir ku nexweşiya fitiqa pişte, siyatîk, tansiyona zêde û tansiyona zêde ya çav li Besra Erol peyda bûne û ji ber fitiqa piştê du caran emeliyat bûye. Bars xwest Besra Erol demildest bê berdan û ew êdî bi zehmetî bi rê ve diçe û nikare bibîne û xetere li ser çavê wê heye ku ji binî nebîne û kor bibe. Bars diyar kir ku Besra Erol nikare bi tena serê xwe di hepsê de bimîne, were tedawîkirin û divê rê li ber berdana wê bê vekirin û her kes piştgirî bide berdana wê.  

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 472’yemîn de li ber avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê çalakiya xwe li dar xist. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Tedawî maf e nayê astengkirin, Girtiyên nexweş berdin” hat vekirin. Rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk û gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Hevseroka ÎHD’a Enqereyê Asli Saraç axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hasan Demîrtaş ê li Girtîgeha Tokatê ya Tîpa T’yê tê ragirtin. 

Saraç anî ziman ku Hasan Demîrtaş 38 salî ye û bi nexweşiya Behçetê ketiye û nexweşiya wî ji ber şert û mercên girtîgehê yên dijwar giran dibe. Saraç diyar kir ku di hezîrana 2022’yan de bêyî daxwaza Demîrtaş hebe girtîgehê wî ji Amedê seweqî Girtîgeha Tokatê kiriye. 

 Saraç da zanîn ku ji ber nexweşiyê jiyana Demîrtaş zehmet bûye û nikare bi tena serê xwe bijî û ev nexweşîn dibe sedema rûxandina beden û hundirîn û bandorek zêde li ser mêjî û kezeba wî dike. Saraç got ev nexweşîn dibe sedema ku Demîrtaş her tim ji ser hişê xwe biçe û rojane du sê saetan çar pênc kes pê ve eleqedar bibin. Saraç xwest tedawî û tetkîkên Demîrtaş bêkêmanî bên kirin û demildest were berdan.