Dewleta Tirkiye xistin ‘lîstya gewr’ a terorîzmê fînase dike

Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî, dewleta Tirk xistin ‘lîsteya gewr’ a dewletên di mijara ‘spîkirina pereyê reş’ û ‘têkoşînkirina li dijî fînansekirina terorîzmê’ re bi qasî pêwîst nakevin nava hewldanan.

Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî  (FATF) a piştî civîna 3 rojî ya li paytexta Fransa Parîsê û şûnde daxuyaniyek da, Tirkiye xistin nava ‘lîsteya gewr’ a welatên di mijara spîkirina pereyê reş û têkoşîna li dijî fînansekirina terorîzmê re ‘bi qasî pêwîst nakevin nava hewldanan’.

Serokê Hêza Erka Çalakiya Darayî ya Navneteweyî Marcûs Pleyer destnîşan kir ku hejmara welatên ku têne şopanin zêdetir bûye, diyar kir ku di belgeyên Pandora de jî agahiyên têkildarî spîkirina pereyê reş hene, divê têkoşîneke xurt bi vê re jî bê kirin.

Li gorî lêkolînên hatin kirin Botswana û Maûrîtîs jî lîsteyê hatine derxistin. Urdun, Malî û Tirkiye jî xistine lîsteya gewr.

Pleyer daxuyakirin ku Tirkiye di mijara propgandaya reş û fînasekirina terorîzmê de bi pêş ve çûye, anî ziman ku hê jî pirsgirêkên cidî hene. Pleyer destnîşan kir ku Tirkiye di vê mijarê de soz daye, lê divê vê yekê di pratîkê de gavên şênber bide nîşandan.

Pleyer got: “3 welat li lîsteyê hatine zêdekirin. Ev jî Urdun, Malî û Tirkiye ye. Ji ber ku di mijara Tirkiyeyê de gelek pirsgirêk hene, ez ê zêdetir agahî bidin. Pêwîstî pê heye ku Tirkiye hevpar bê nirxandin. Nirxandinên welatên dawiya sala 2019’an. Di raporê de hate diyarkirin ku Tirkiye di nûqteya hewldanên têkildarî têkoşîna spîkirina pereyê reş û fînasekirina terorê re, mijarên pir cidî li xwe digire. Ji wê rojê û vir ve FATF li qadên ku Tirkiye lê fikar in, kete ferqê ku di asteke diyar de pêşveçûn pêk hatiye, pirsgirêkên cidî hene. Di sektora banq, zêr û bazirganiya kevirê bi nirx û emlaq ên xwedî rîskên mezin in, di nava vê de ye. FATF di ferqa fikarên derbarê rêxistinên mafê mirovan û organîzasyonên ne destek karên hevkarên hikûmetê yên Tirkiyeyê de ye. Tirkiye ewilî cih dede rêxistinên mîna DAÎŞ, El Qaîde ku NY rêxistinên terorê pênase dike, divê rîskê jî li ber çav bigire, li dijî fînansekirina terorê, pêkanînan li ser bikin."